Li Bexdayê bûkekî hewilda xesiya xwe serjê bike, hat girtin
![Li Bexdayê bûkekî hewilda xesiya xwe serjê bike, hat girtin](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20240229195316_original_36.jpg )
Li rojhilatê Bexdayê bûkekî bi kêrê hewil da ku xesiya xwe serjê bike, lê belê tenê mile wê birîndar kir û hêzên ewlekariyê ew bûk girtin.
Îro roja pêncşemê 29.02.2024, çepemeniya Iraqê belav kirine ku jineke ji dayîkbûya 2000 li Medîne Sedir a rojhilatê Bexdayê hewla daye ku sere xesiya xwe jê bike.
Herwaha aşkera kiriye ku wê jinê bi kêrê milê xesiya xwe biriye û birîndar bûye.
Tê diyar kirin ku sedema wê bûyerê ji ber sedema malbatî bûye û çapemeniyên Iraqê dibêjin, ew jin hatiye girtin, herwaha xesiya wê jî bi awayekî lezgîn ji bo nexwaşxanê hatiye rakirin.
Basnews