Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê kir
![Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê kir](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20240302110441_original_48.jpg )
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Amerîkayê kir û ji aliyê Balyozê Iraqê ve pêşwazî lê hatiye kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê serdana Balyozxaneya Iraqê kir û ji aliyê Balyozê Iraqê li Amerîkayê Nizar El Xeyrula ve bi germî hat pêşwazî kirin.
Çend roje Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeyekî bilind a hikûmetê li Amerîkayê ye û gelek hevdîtinên giring li gel berpirsên Amerîkayê pêkanî.