Lêkolerekî Almanî pirtûkek li ser Kurdistanê nivîsand
Nivîskarê Alman Matthias Hofman ku perwerdkar û mamostayekî Alman û kurdnasekî şareza ye, bi navê Kurdistanê pirtûkek nivîsandiye û dibêje kêfa wî tê dema ku ew pirtûkekê ser Kurdistanê dixwîne û pêdaçûnê li ser dike.
Nivîskarê pirtûka Kurdistan Ji Destpêkê Ve” Matthias Hofman ji Rûdawê re got: “Bi rastî kêfa min dihat ez pirtûkekê ser Kurdistanê bixwînim û pêdaçûnê li ser bikim. Rast e gelek pirtûk ber destê min hebûn lê ti pirtûkan ji wan bi temamî çîrok venedigotin. Min gelek pirtûkên baş xwendin lê kêm ji wan ji Îdyolojiyê azad bûn.”
Matthias Hofmann li bajarê Russelsheim û ligel zarokên Kurdên Elewî yên ku dayîk û bavên wan ji bo karkirnê çûne Almanyayê hevalên dibistanê bûn. Ew niha hêdî hêdî xwe fêrî Kurdî dike. Jê diprism diprism çend ji pertûka wî syasî ye, jber kurdistan wek peyve hatye syasetkrin!
Matthias Hofman wiha behsa naveroka pirtûka xwe dike: “Bi beramberkirina li gel piraniyê , gelekî kêm e ji ber ku ez behsa dîroka 70 hezar sal ji jiyana mirov li Kurdistanê dikim. Ku berî 70 hezar sal Homo Sabiyan ji Afrîqayê bo navçeya Niyomang koçberbibûn, ev jî bêhtir zincîrên çiyayên Zagros û Toros heta dighêje Araratê li xwe digre. Gelekî peywendiya wê bi aliyê aborî ve heye. Peywendiya wê bi qonaxeke nêçîrvanî û komkirinê heye û niştecîbûna mirov. Rêya hevrîşim ku piraniya wê dinava Kurdistanê re derbas dibû û ji ber wê li her bajarekî Kurdî wêstgeheke bazirganî hebû, ji bo wergirtina bacê û nivîsandina kelûpelan. Li her cihekî Kurdistanê xelk hebû zanibû jimêryariyê bike, bixwîne û binivisîne. Beşê dawiyê yê pirtûkê balkêş û siyasî ye, di pêncemîn beş de, ez behsa wê yekê dikim çawa her çar perçeyên Kurdistanê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi awayekî cûda guhertin bi ser wan de hat û bê guman ev tiştekî siyasî ye.”
Derbarê helwesta Almanyayê ya beramberî Kurdan de jî Matthias Hofmann dibêje: “Almanya yek ji wan welatan bû ku ji despêkê ve îtiraf bi Kosovoyê kir. Li hinek cihên cûda li cîhanê ti pirsgirêk ba hikûmeta Almanyayê tune sînor werin rakirin. Dema ez li wêneya sînoran temaşe dikim û nexşeyekê li teniştê datînim ku bide xuyakirin kî li kîjan deverê berî niha dijiya. Li kîjan navçeyan Kurd piranîne an grûpa mezin ji xelkên wêne û dibînim sînor ne cihê giringiyê ne, wê demê dizanim ku sînor şaş hatine danîn ne mirov.”
Matthias Hofmann herwiha ji bo ew pirtûkên ku derbarê ziman, çand û kultira Kurdistanê dinivîse bi hêsanî werin çapkirin wî bixwe çapxaneyek ava kiriye û ew peywendiyên xwe lige Kurdên Almanyayê berfirehtir dike û dixwaze pirtûkên Kurdî zêdetir çap bibin.
Rudaw