• Sunday, 28 April 2024
logo

Li Iraqê mafyayên firotina endamên bedena mirovan zêde dibin

Li Iraqê mafyayên firotina endamên bedena mirovan zêde dibin

Li gor ragehandineke Wezareta Navxwe ya Iraq a Federal, mafyayeke bazirganîkirina bi endamênbedena  mirov li parêzgeha Diyale aşkera bûne.

Herwaha amaje bi wê jî hatiye dayîn, ew mafyane ji sê kesan pêk hatine û bi awayekî bazirganî  ji bo endamên bedena mirov hatine rêxistinkirin.

Wan mafyayan zêdetir kar li ser wan kesan kirine ku deramedeke wan ya kêm û sînordar hebûne û feqîr û bêkar bûne.

Meha borî, du mafyayên bazirganiya endamên mirovan li Bexdayê hatin girtin ji ber ku gelek tawan pêk anîne û herwaha bazirganiya mirovan bi rêya madeyên hişber zêdetir kirine.

Sala borî çendîn mafyayên metirsîdar yên bazirganîkirina bi mirovan li Iraqê hatibûn aşkera kirin, ku yek ji wan mafyayan bi qaçaxî keçên ciwan derdixistin derveyî Iraqê.

Bazirganiya mirovan, pêk tê ji kirîn û firotina mirovan, bi taybetî zarok û jinan, ji bo gelek mebestan, ji wan re karkirina bi darê zorê, koletiya seksî, armancên seksî û firotina parçeyên laş.

Li gorî yasaya dijî qaçaxçiya mirovan li Iraqê, ceza ji bo kesên ku vî karî bikin, ji pênc milyon heta 10 milyon dînar cezayê girtîgehê û cezayê pereyan tê cîbicî kirin.

 

Basnews

Top