• Monday, 29 April 2024
logo

Li otogara Rihayê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 10 birîndar

Li otogara Rihayê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 10 birîndar

Li otogara Rihayê di pevçûna çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da û 1 jê polîs 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin bûyer danê êvarê di dema fitarê de li Otogara Mezin a Rihayê rû daye.

Li Rihayê di navbera grupeke ku çûn otogarê û kesên li ofîsa fîrmaya bilêtan de ji ber sedemeke nediyar bi çek û daran pevçûn derket.

Polîsên otogarê xwest midaxeleyî pevçûna her du aliyan bikin.

Di bûyerê de polîsek jî di nav de 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Ji birîndaran Halîl Deveciyê ku tîman bir nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Dîmenên pevçûnê ji aliyê kameraya çavdêriya ya otogarê ve hat tomarkirin.

 

Rudaw

Top