• Tuesday, 30 April 2024
logo

Jinbava xwe û bavê xwe kuştin, birayê wî jî ew kuşt

Jinbava xwe û bavê xwe kuştin, birayê wî jî ew kuşt

Li navçeya Hendekê ya Sakaryaya Tirkiyeyê kesekî bi navê Mevlut Çelîk jinbava xwe û bavê xwe kuştin, birayê wî jî ew kuşt

Bûyerê şeva borî li taxa Akovayê ya Hendekê rû da.

Mevlut Çelîk, bavê xwe û jinbava xwe ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû Mevlut Çelîk jinbava xwe û bavê xwe dan ber guleyan.

Mevlut Çelîk piştî ku ji malê derket rastî birayê xwe Selçuk Çelîk hat û ew jî pev çûn.

Mevlut Çelîk birayê xwe jî bi guleyekê birîndar kir û birayê wî jî kêr lê da.

Piştî ku yên li derdorê xeber da, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Mevlut Çelîk, bavê wî Vahdettîn û dêmariya wî Melek li cihê bûyerê mirine.

Tîmên Selçuk Çelîkê birîndar jî veguhast nexweşxaneyê.

 

Rudaw

Top