Li Meletiyê erd hejiya
![Li Meletiyê erd hejiya](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20240412104127_original_40.jpg )
Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê ya Meletiyê erdhejekê rû daye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:44an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.
Rudaw