• Wednesday, 01 May 2024
logo

HEWLÊR- Dengên çend teqînan hatin bihîstin

Gulan Media April 14, 2024 Nûçe
HEWLÊR- Dengên çend teqînan hatin bihîstin

Li çend herêmên Hewlêrê dengên teqînên dronan hatin bihîstin û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî zingilê hişyariyê lê da.

Li gorî zanyariyên Rûdawê dengên teqînan li navçeyên Soran, Akrê, Şeladizê, Biradost û Enkawayê hatin bihîstin.

Heta niha zererên wan teqîn û dronan nehatiye zanîn.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar ragihand ku li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê dronan Çiyayê Soranê kiriye armanc.

Endam Cebar got, “Deng û ronahî di nava çend deqeyan de hatin dîtin û bihîstin û wisa xuya dike ku ew mûşek û drone ji Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî ji sînorên Pîranşar û Nexedeyê hatine avêtin.”

“Mûşek bi qasî 50 metre dûrî gund ket”

Şahidekî li cihê bûyerê ji Rûdawê re got, "Dengeke bilind hat bihîstin û dema deng hat gundiyan gule berdan. Mûşek bi qasî 50 metre dûrî gund ket."

Li gorî şahidan mûşek neteqiyaye û hêzên asayîşê li cihê mûşek ketiye dest bi lêkolînê kir.


Li aliyê din Piştî ku Wezareta Veguhestinê ya Îraqê biryara rawestandina geştên asmanî da, her du balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê jî hatin girtin.

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi çend dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Spaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku bi mûşek û dronan wan êrişî Îsraîlê kir.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî derbarê êrişa Îranê de daxuyanî belav kir.

Benjamin Netanyahu ragihand ku sîstema Îsraîlê ya parastinê amade ye û ew dê bersivê bidin Îranê.

 

Rudaw

Top