• Tuesday, 30 April 2024
logo

Du dûpişk xwarin û mir

Gulan Media April 17, 2024 Corane
Du dûpişk xwarin û mir

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê Bîlal Yîgîtê 56 salî du dûpişk xwarin û mir.

Li gorî agahiyan, Bîlal Yîgît li Qeyseriyê du dûpişk xwarine û ji bo ku here bajarê Artvînê li otobusê siwar bûye.

Dema otobus gihaye Samsunê Bîlal Yîgît di nava otobusê de bêhal ketiye.

Xelkê ew rakiriye nexweşxaneyê û wî gotiye, “Ji bo ez li gundê xwe bimirim min ev dûpişk xwarin.”

Bijîşkan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samsunê hewl da Bîlal Yîgît ji mirinê rizgar bikin lê ew nefilitî.

Li hêla din, sedema teqez a mirina wî dê piştî rapora otopsiyê eşkere bibe.

 

Rudaw

Top