• Tuesday, 30 April 2024
logo

9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike

9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike

9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê bi beşdariya komên şanoyê yên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê were lidarxistin.

Şanoya Bajêr a Amedê 9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê li dar dixe.

Slogana îsal a festîvalê “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” ye.

Festîval, dê sibe (18ê Nîsanê) dest pê bike û heta 27ê mehê berdewam bike.

Lîstîkên festîvalê dê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê û ÇandMayê bên lîstîn.

Komên şanoyê yên bajarên Kerkûk û Dihokê yên Başûrê Kurdistanê û komên şanoyê yên Urmiye û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê jî dê derkevin ser dikê.

Herwiha komên şanoyên yên bajarên bakurê welêt û bajarên Tirkiyeyê jî beşdarî festîvalê bibin.

19 lîstik dê werin lîstin

Di festîvalê de dê 19 lîstik dê bên listin. Zimanê 5 lîstikan Tirkî û zimanê 14 lîstikan jî Kurdî ye.

Dê di mîhrîcanê de lîstikên Buka Lekî (Şermola Performans), Afet Île Dîana (BGST), Salma (Koma Hawar), Derwêş yan Gudû (Dihok), Efsaneya Hespên Azad (Urmiye), Kabîl û Habîl (Koma Rîtûel), Odip (Koma Ronya-Seqiz), Kral û Travîs (ŞanoAr), Çînûr (Teatra Ba), Zîd û Han (Dubare Kumpanya), Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajêr a Amedê), Ceyran (Teatroger), Strip-Tease (Dimilki- Şanoya Bajêr a Amedê), Kalabalik Tiyatrosû (Fiziksel Tiyatro Araştırmaları), Bernarda (Tiyatro Proje No2), Înfaz (Şaneşin Performans), Otopsî (Golge Tiyatro Toplulugu), Gomîdas (Yolcû Tiyatro) bên lîstin.

Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş li ser bernameya festîvalê û armanca festîvalê ji MAyê re axivî.

Ozcan Ateş, diyar kir ku wan tenê di pêvajoya pandemiyê de navber daye festîvalê.

Ateş amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin di Festîvala Şanoyê ya Amedê de kesên bi şanoya Kurdî re eleqedar in, havkariyê bi hev re bikin û derbarê şaroyê de nîqaşan bikin.

“Li ser şanoya Kurdî hinek qedexe hene”

Ateş, qedexeyên demên dawiyê yên li ser şanoya bi bîr xistin û wiha got:

“Ev demeke dirêj e li ser şanoya Kurdî hinek qedexe hene.

Ev yek ne tenê van salên dawî, ev sed sal in hene. Li hemberî çanda Kurdî, zimanê Kurdî bişaftinek heye. 

Me jî bi dirûşmeya ‘Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe’ dest pê kir û em bi hebûna xwe û xwebûna xwe li vê derê ne. “

“Dê şanoya Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojava û diyasporayê were nîqaşkirin”

 Di berdewamiyê de Ozcan Ateş behsa komên ku beşdarî festîvalê dibin jî kir û got:

“Dê Şanoya Bajêr a Amedê lîstika xwe ya Kirmanckî/Dimilkî ya bi navê Strip-Tease jî bilîze û dê 2 lîstik ji Başûr, 2 lîstik jî ji Rojhilat beşdarî festîvalê bibin.

Komek ji Dihokê, yek ji Kerkûkê, komek ji Urmiyeyê û yek jî ji Seqizê dê bibin mêvanên me.

Di festîvalê de dê gelek gotûbêj jî bên kirin û dê rewşa şanoya Rojhilat, Başûr, Bakûr, Rojava û diyasporayê were nîqaşkirin.”

 

Rudaw

Top