• Thursday, 02 May 2024
logo

Efrîn – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî komên folklorê xelat kirin

Efrîn – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî komên folklorê xelat kirin

Çalakiyên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê berdewam in û di çalakiyekê de, komên folklorî yên giringiyê didin çand û hunera Kurdî wan diparêzin xelat kirin. Endamên dezgayê jî dibêjin, çi alîkarî ji wan koman re pêwîst be, ew ê bikin ji bo ku di erkê xwe de berdewam bin.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi heft komên komên folklorî yên hewla parastina çand û hunera Kurdî dikin re civiya û ew ji ber kar û çalakiyan wan ve xelat kirin.

Endamê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Elî Ehmed ji K24ê re got: “Me wek Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê pêşwazî li 7 komên çand û hunerî kir, ji bo ku daxwaza wan bicih bînin. Ev komên folklorî û şahî û dawatan e. Em dixwazin xizmeta van koman bikin û me daxwazên wan ber çav wergirtine.”

Endamê Koma Agirî Omerê Bircê got: “Me cejna Newrozê kir û pîroz be li Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û silav û rêz ji Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî re.”

Endamê Koma Jîn Efrîn Mihemed Bilal Osman got: “Koma xizmeta çand û hunera kurdî bi gelemperî dike. Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî em vexwandin û xwast ku alîkariya me bikin, ji ber ku zehmetî li Efrînê heye û wan jî xemsarî nekirine. Ji dema hatina Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bo Efrînê jî pêşketin di karên komên folklorî de hatiye dîtin.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ji erdheja Sibata 2023an ve li Efrînê ye û ji wê demê ve alîkariyên mirovî û di warên cuda de pêşkêşî xelkê Efrînê dike ku bûye cihê dilxweşiya xelkê herêmê.

 

Basnews

Top