• Friday, 03 May 2024
logo

Tirkiye: Em amade ne rolê xwe bo çarekirina arêşeya petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bigêrin

Gulan Media April 20, 2024 Nûçe
Tirkiye: Em amade ne rolê xwe bo çarekirina arêşeya petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bigêrin

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê radigehîne ku, amade ne pêxemetî çarekirina arêşeya hinardekirina petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî şefaf rolê xwe bigêrin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di bernameyeke tilevizyonî de ragehand ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja Duşemê serdana Bexdayê û paştir belkî serdana Hewlêrê jî dike. Ew bi xwe jî dê bi wê şandê re be.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê amaje jî da ku, boriya petrolê ya navbera Tirkiye û Îraqê dikare her roj 1.4 milyon bermîlên petrolê hinarde bike lê heta niha îmkan çê nebûye bi wî qebareyî bê hinardekirin û ew dixwazin tevaya şiyana wê boriyê bi kar bînin.

Alparslan Bayraktar tekez jî kir, “Arêşeya hinardekirina petrolê peywendî bi Tirkiyeyê ve nîne û ji 04ê Mijdara par ve borî ji bo hinardekirina petrolê amade ne”.

Pêştir Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Îraqê Heyan Ebdulxenî jî ji K24ê re ragehandibû, “Qebareya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê li dû budceya giştî ya Îraqê 375 heta 400 hezar bermîlan di her rojekê de ye”.

Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Îraqê herwesa gotibû, “Em dê piroseya berhemanîn û hinardekirina petrolê li nav wan zeviyên dikevin Herêma Kurdistanê dîsa çalak bikin”.

Piştî salekê ji rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê, bi bihayê 11 milyar dolaran zirar gehiştiye dahata Îraqê û bi bihayê 400 milyon dolaran jî weberhênana kompaniyên endamên Apikurê hatiye rawestandin.

Di ser amadehiya Hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê re, heta niha Îraq amade nîne dest bi hinardekirina petrolê bike. Apikur jî dibêje, “Divê bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û ew tiştên lihevkirin li ser hatiye kirin wekî xwe bimînin”.

 

K24

Top