• Saturday, 27 July 2024
logo

Welatê ku di Eurovisionê de bû yekem diyar bû

Welatê ku di Eurovisionê de bû yekem diyar bû

Swîsre di Pêşbirka Stranan a Eurovision 2024ê de bû yekem.

68emîn Pêşbirka Stranan a Eurovisionê li bajarê Malmoyê yê Swêdê hat lidarxistin.

Di pêşbirka fînalê de 25 welatan hevrikî kir.

Nûnerê Swîsreyê Nemo bi strana “The Code” di Pêşbirka Stranan a Eurovision 2024ê de bi 591 puanî bû yekem.

Nemo xelata xwe ji destê stranbêja Swêdî Loreenê ya ku par di Eurovisiyonê de bûbû yekem wergirt û got:

“Gelekî spas, hêvîdar im ev pêşbirk soza xwe bi cih bîne û ji bo rûmet û aştiyê têbikoşe.”

Herwiha Xirwatistan bi 547 puanan bû duyem û Ukrayna jî bi 453 puanan bû sêyem.

Li aliyê din, beşdarbûna Îsraîlê ya pêşbirkê, li bajarê Malmoyê yê Swêdê yê ku Eurovision lê hat lidarxistin bi rojan hat protestokirin.

Stranbêja Îsraîlî Eden Golan di fînalê de di bin protesto û drûşmên “Filistîna Azad” de derket ser dikê.

Îsraîl di pêşbirkê de di bin siya protestoyan de bi 375 puanan bû 5emîn.

 

Rudaw

Top