• Saturday, 27 July 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behînameyekê belav dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behînameyekê belav dike

Ji ber wergeriyana paseke xwendekaran li ser rêya Kifrî-Kelarê û mirina çar xwedekaran û birîndarbûna heft xwendekarên din, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behînameyekê belav dike.

Di pareke wê behînameyê de hatiye, “Bi mixabinî ve min nûçeya wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê ya diltezîn de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst û ez hevxemê wan im”.

Tekista behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi mixabinî ve min nûçeya wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê ya diltezîn de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst.

Ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkarên wan dikim û ez hevxemê wan im.

Xudayê mezin canê wan bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bi malbat û kesûkarên wan jî bide. Ez daxwaza çarebûneke bilez ji birîndaran re jî dikim.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

14ê Gulana 2024ê

 

K24

Top