Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin
![Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20240515111659_original_49.jpg )
Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin.
Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê bi amadekariya Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê tê lidarxistin.
Festîval dê Baroya Mêrdînê bi beşdariya 60 nivîskar û helbestvan bi rê ve biçe.
Herwiha 22 weşanxane dê li festîvalê ji bo firotin û danasîna pirtûkên xwe, amade bibin.
Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê 17ê Gulana 2024an dest pê dike û dê roja 19ê Gulanê jî bi dawî bibe.
Rudaw