• Saturday, 27 July 2024
logo

“Salane 6 milyar dînar ji bo pakkirina Dihokê tê terxankirin”

“Salane 6 milyar dînar ji bo pakkirina Dihokê tê terxankirin”

Parêzgeha Dihokê çend sal in li ser astê Herêma Kurdistanê û Iraqê, yek ji paktirîn û ciwantirîn bajaran tê hejmartin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî salane şeş milyar dînar ji bo pakkirina bajêr terxan dike.

Xelkê Dihokê dibêjin: “Xwedêyê bajarê me pak û ciwan afirandiye, ji ber vê yekê em ê wekî çavên xwe diparêzin, pak dihêlin û zêdetir bala xwe didinê.”

Welatiyê Dihokî Faxir Siyarî dibêje: “Em gelek caran dibînin ku pesnê pakî û bedewiya Dihokê tê kirin, lê em dixwazin bi hevahengiya tîmên şaredariyê bajarê xwe paktir û ciwan bikin.”

Welatiyê din ê Dihokê Karwan Doskî jî bang li welatiyan dike ku bajarê xwe pak bikin û dema serdana cihekî geştiyariyê dikin, wî cihî pak bikin û bermayiyan xwe li şûna xwe nehêlin. Duhok mala me ye û divê em bi hev re wê pak bikin.”

Serokê Şaredariya Dihokê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 3 salên borî de ji bo pakkirina bajarê Dihokê girêbestek bi 18ê milyar dînar (6 milyar bo her salekê) bi kompanyayekê paqijiyê re îmze kiriye. Peyman dê di demek nêzîk de were nûkirin û dê heta 2027an berdewam be.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Kompanyayê Bedirxan Koçer ji K24ê re ragihand, bi alîkariya welatiyan, wan kariye ew “plana serkeftî” ya ku ji aliyê şaredariya Dihokê ve hatiye danîn, ji sedî 100 cîbicî bikin û bajar pak bikin.

 

K24

Top