Mesrûr Barzanî: Em li Tehranê beşdarî merasima behiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re bûn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, li Tehranê em beşdarî merasima behiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê û hevalên wî bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulanê li ser tora civakî ya Facebookê nivîsî: “Îro weke şandeke bilind a Herêma Kurdistanê, em li Tehranê beşdarî merasima behiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re bûn.
Helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re roja 19ê Gulanê, danê êvarî li parêzgeha Tewrîzê ketibû xwarê. Piştî 18 demjimêran ji lêgerînê, helîkopter şikyayî hat dîtin û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand, her 9 kesên di helîkopterê de bûn, canê xwe jidest dane, ku di nava wan de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan hene.
K24