• Sunday, 16 June 2024
logo

Roja Komkujiya Helebceyê li Îraqê bû roja betlaneya fermî

Roja Komkujiya Helebceyê li Îraqê bû roja betlaneya fermî

Parlamentoya Îraqê bi navê qurbaniyên destê rejimê 16ê Adarê Roja Komkujiya Helebceyê, Enfal û qurbaniyên Raperîna Şabaniyê ya Şîeyan li Îraqê kir betlaneya fermî.

Îro li Parlamentoya Îraqê deng li ser wê projeyasayê hat dayîn û projeyasa hat qebûlkirin. 

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Sirûwe Zengeneyê ji Rûdawê re got:

"16ê Adarê li Parlamentoyê wekî betlaneya fermî hat qebûlkirinn.

Kîmyabarankirina Helebceyê, Enfal û qurbaniyên Şabaniyê ya Şîeyan di projeyasayê de cih digirin.”

Sirûwe Zengeneyê herwiha got, “Li gorî qanûnê, li hemû parêzgehên Îraqê 16 rojên betlaneyê yên fermî hene.

Cejna Newrozê 21ê Adarê û cejna Xidirê a Şîeyan jî rojên fermî yên betlaneyê ne.”

Endama Komîteya Şehîdan û Qurbaniyan û Girtiyan a Parlamentoya Îraqê Çiro Heme Şerîfê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku wan îmze kom kir ku roja 14ê Nîsanê bibe roja bîranîna Enfalê lê ew pêşniyar hat redkirin.

24 rojên betlaneyê ji bo pêkhateyan hatine veqetandin

Li gorî gotina Çiro Heme Şerîfê roja bîranîna Enfalê û 16ê Adarê roja Komkujiya Helebceyê wekî yek hat dîtin.

Di projeyasayê de 24 rojên din ên betlaneyê yên hene û ew jî ji bo pêkhateyan in.

Ji bo Xirîstiyanan 2 roj, Sabiye Mendayiyan 6 roj û Kurdên Êzidî 14 roj û 3 roj ji bo Cihûyên Îraqê hatiye diyarkirin.

 

Rudaw

Top