• Monday, 17 June 2024
logo

AMED - Pêşangeha Geştyarî û Gastronomiyê hat vekirin

AMED - Pêşangeha Geştyarî û Gastronomiyê hat vekirin

Li  parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2yemîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê hate vekirin.

Di pêşangehê de 104 kompanya hene. Kompanyayên Başûrê Kurdistanê yên beşdarî pêşangehê bûne, dixwazin çûn û hatina geştyariyê ya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de zêde bibe.

Ji bajarên Dihokê û Zaxoyê yên Başûrê Kurdistanê jî xwediyên hinek kompanyayên geştyariyê beşdarî pêşangehê bûne.

Ew jî dixwazin di navbera geştiyariya Bakur û Başûr de bibin pireke baş.

Li gorî amaran, hejmara geştiyarên ku salane serdama Amedê dikin, roj bi roj zêdetir dibin.

Nûnerên odeyên bazirganiyê heta hevşaredarên gelek bajar û navçeyan, nûnerên kompanyayên geştyaran hemû kes di merasîma vekirina de amade bûn.

Ji nêzikî 50 bajarî 104 kompanya tevli pêşangehê bûn.

Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) jî di asta herî bilind de di pêşangehê de amade ye.

 Li gorî wan, bi xêra van pêşangehan rêjeya geştiyarên ku serdana Amedê dikin ji 500 hezarî gihiştiye milyonan.

“Dê 3 milyon kes biçin serdana Amedê”

Endamê Lijneya Rêveber a TURSABê Mehmet Akyil li ser pêşangehê ji Rûdawê re got:

“Dê 2 milyon kes bêne serdana Diyarbekirê.

Eger em rojane yên ku tên û diçin hisab bikin ew dê ji 3 milyonî jî zêdetir kes bên serdana vê derê.

Çimkî çanda Mezopotamyayê, dîroka wê pir zengîn e.”

Şaredarî jî beşdarî pêşangehê bûne

Di pêşangehê de ji xeynî standên kompanyayên geştyariyê, standên şaredariyên çend bajarên Kurdan jî hene.

Her şaredariyek hewl dide bala kompaniyên geştyariyê bikişîne ser bajarê xwe.

Berpirsê Şaredariyan Sêrtê Qehreman Daşçi jî got, “Bila werin aliyê me.

Weysilqerana me heye. Li mile Botanê Kevirê Qul heye.

Bila bên serdana van herêman bikin. Tilo heye.

Gelekî xweş e. Keleha wê heye. Hemû cihên geştiyariyê ne. “

Ji bajarên Dihok û Zaxoyê yên Başûrê Kurdistanê jî xwediyên hin kompanyayên geştyarê amade bûn.

Ew jî dixwazin di navbera geştyariya Bakur û Başûr de bibin pireke baş.

“Em dixwazin bibin pirek di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê”

Rêveberê Kompaniya Geştiyariyê yê ji Zaxoyê Zûhêl jî got:

Em bangewaziyê dikin ku ew jî werin Başûr û serdana Başûr bikin.

Ji ber ku miletê me jî nasnameya wê heye, kultura xwe heye û her tiştê me heye.

Em dixwazin ew jî bên serdana me û em xizmeta wan bikin.

Em bi berdewamî di her aliyekî geşt û gûzariyê de, di pêşveçûnê de ne. “

Rêveberê Kompaniya Geştyariyê li Dihokê Hejar Fethî Evdilkerîm jî wiha axivî, “Gelek kes têne vê derê, me gelek kes anîne.

Çimkî miletê me ji vê derê gelek hez dike. Me ew anîne û em gelek kêfxweş in. “

Pêşangeha geştiyaryê dê 4 rojan vekirî be. Rêveberên pêşangehê hêvî dikin ku heta roja yekşemê 20 hezar kes bên serdana vê pêşangehê.

Rudaw

Top