• Monday, 17 June 2024
logo

Azad Kureçî: Li Silêmaniyê tirkmen nîn in, nizanim kî dê bi navê tirkmen bikin berbijêr

Azad Kureçî: Li Silêmaniyê tirkmen nîn in, nizanim kî dê bi navê tirkmen bikin berbijêr

Serokê lîsteya Mîlet li Parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku ew dabeşkirina kursiyên pêkhateyan siyasî ye û dibêje, li Silêmaniyê ti tirkmenek tine ‘’Tenê hejmarek kêm tirkmen li nahyeyeke sînorê Kifrî hene.

Serokê lîsteya Mîlet li Parlamentoya Kurdistanê Azad Kureçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew aliyên xwestin li pêkhateyan bidin, li Silêmaniyê mijûlî wê yekê ne ku wêneyên pêkhateyan kirêt bikin, li nav Silêmaniyê yek dibistaneke tirkmen û partiyekî tirkmen tine, başe kî dê bibe berbijêr? Tenê li nahyeyeke sînorê bajarê Kifrî hindek tirkmen hene, dibe ku piranî jî ji ber miameleyên madeya 140 kartên wan ên dengdanê yên Silêmaniyê nebe. Li hember wê her çi dibistaneke tirkmenan tu bêjî li Hewlêrê ye, 50 rêxistinên tirkmenan li Hewlêrê hene, zêdetir ji sedî 90 rêjeya tirkmenan li Hewlêrê jiyan dikin. Xwezaya dabeşbûna pêkhateyan wisa ye, piranî li Hewlêrê ne û li nav Silêmaniyê tirkmen tine, ev girêdayî mijareke siyasî nîne û dîrokê ew wisa dabeş kirine.’’

Herwaha got: ‘’Pirs ev e, ev çawa wekhewî ye kursiyekî tirkmen bo Silêmaniyê be, li hember wê yek dibistan û partiyekî tirkmen tine, lê hemû rêxistin û partiyên tirkmen li Hewlêrê ne û yek kursî ji bo wan hatiye danîn? Ew dibêjin nûnerê rasteqîn ê tirkmenan tine, ê başe ew parlamenterên tirkemn li Silêmaniyê berevaniyê dê li kî bike û yek tirkmenek jî li wê derê tine? Dadgeha Federal û Komîsyona Helbijartinên Iraqê wisa kir, ku xelk naha hemû dibêjin tişta hatiye kirin siyasî ye û ji bo razîkirina aliyekî siyasî ye.’’

Azad Kureçî got: ‘’Li Duhokê ti kursiyek ji bo pêkhateya kildan û aşûrî nehatiye danîn, lê piraniya kildan û aşûrî li Duhokê dijîn. Tişta hatiye kirin razîkirina dilê partiyekî desthilatdar a Silêmaniyê bûye (YNK) ev jî bersiva herî başe ji bo kesên wek Seidî Pîre ku digot tirkmen li Hacî Omeranê çi dikin? Ê başe tirkmen li Erbetê çi dikin?’’

 

Basnews

Top