• Monday, 17 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li ser çi axivîn?

Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li ser çi axivîn?

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd Al Nehyan li Ebu Dabiya payexta Îmaratê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di hevdîtinê de “pêwendiyên Îmaratê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê” hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, pêşhateyên dawî yên li herêmê jî yek ji mijarên civînê bûn.

Barzanî û Al Nehyan diyar kiriye ku divê têkiliyên di warên aborî, bazirganî û hevkariyên di warê enerjiyê de bên bipêşxistin.

Her du aliyan behsa derfetên ku Îmarat li Îraq û Herêma Kurdistanê vêberhênanê bike kir û wan bi taybetî jî bal kişand ser qadên enerjî û jêrxanê.

Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan rewşa li Rojhilata Navîn gotûbêj kir û amaje bi girîngiya xebatên hevbeş û hevkariya hevbeş kir.

Herwiha her du alî hevra bûn ku divê hemû welat ji bo parastina aştî û aramiyê û nehiştina berfirehbûba aloziyan hewl bidin.

Li hêla din, li ser çend babetên din ên wekî “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê yên bi welatên cîran û navçeyê re, guherîna avhewayê û encamên wê” guftûgo hatin kirin.

 

Rudaw

Top