• Monday, 17 June 2024
logo

Çayfiroşê Kurd: Mirov li Tirkiyeyê 100 salî jî bixebite nikare bibe xwedî xanî!

Çayfiroşê Kurd: Mirov li Tirkiyeyê 100 salî jî bixebite nikare bibe xwedî xanî!

 Li Tirkiyeyê problema kirêya xaniyan her diçe kûrtir dibe.

Ji ber enflasyona bilind ev 2 sal in, bi biryara hikûmetê zêdekirina kirêya xaniyan wekî ji sedî 25 hatibû sînordarkirin.

Lê niha hikûmet dide zanîn ku ew dê ji 1ê Tîrmeha 2024an şûnde vî sînorî rakin.

Kirêya xaniyan dê êdî li gorî rêjeya enflasyona salane bê zêdekirin.

Ji ber pirsgirêka kirêyên zêde, li dadgehan bi deh hezaran dozên kirêciyan ketine ser hev.

Li gorî yasayan, zema kirêyan di salê de carekê û li gorî heyama nûkirina peymanê tê zêdekirin.

Lê ji ber enflasyonê hin xwediyê xaniyan di salê de du caran kirêya xaniyan zêde dike û ji sedî 25 zêdetir dixwaze.

Ev yek jî rê li ber pirsgirêkên civakî vedike.

Li aliyê din, li gorî amaran, li Tirkiyeyê di 8 salên dawî de rêjeya xwediyê xaniyan dadikeve û rêjeya kirêciyan jî zêde dibe. 

Salih Selmanê 73 salî, ji Bazîda Agiriyê ye û ew 25 sal in li Stenbolê dijî.

Ew bi vê erebokê ji serê sibehê heta êvarê li park û meydanan digere û bi çay û avfirotinê debara malbata xwe dike.

Salih Selmanê ku zêdetirî 50 salan e dixebite jî nikare ji xwe re xaniyekê bistîne, lewma ew wekî bi mîlyonan mirovên feqîr û kêmdahat tim di xaniyên kirê de dimîne.

“Ev 30 sal in ez kirêcî me”

Çayfiroş Salih Selman got:

SOT-“Ev 30 sal in ez kirêcî me. Min bere ji bo kire 600-700 lîre dida, lê niha ez 12 hezar lîre didim. Bi rastî jî her tişt, her diçe giran dibe.

Mirov li Tirkiyeyê 100 sal jî bixebite nikare bibe xwedî xanî!”

“Lazim e dewlet bi vê mijarê re baş eleqedar bibe”

Xwediyê xanî Ekrem Ozden jî got:

“Ya rast ev pirsgirêka xaniyan ji projeyên veguhastina bajêr dest pê dike.

Ev yek bi awayekî rêkûpêk nayên kirin. Lazim e dewlet bi vê mijarê re baş eleqedar bibe û bibe grantor.

Ji bo welatî bibin xwedî xanî divê dewlet plansaziyan bike.”

 

Rudaw

Top