• Monday, 17 June 2024
logo

Li Amedê kafeyek hemû xizmetan tenê bi Kurdî dike

Li Amedê kafeyek hemû xizmetan tenê bi Kurdî dike

Li kafeyeke Amedê biryar hate dayîn ku hemû danûstandin, têkilî û xizmet tenê bi zimanê Kurdî bin.

Hem zimanê navxweyî û hem jî zimanê danûstandina bi muşteriyan re jî tenê bi Kurdî ye.

Di wê kafeyê de menû, nivîsên ser dîwaran, stran, jiyan, her tiştî bi Kurdî ye.

Çimkî li wê kafeye biryar hatiye girtin ku her tişt tenê bi zimanê dayikê, bi Kurdî be.  

Deng û awazên Kurdî  bi performanseke zindî ji kafeyê bilind dibin

Ji wê kafeya li Amedê her berêvarê, dengê kilamên Kurdî tê.

Deng û awazên ku ji vê kafeyê bi performanseke zindî bilind dibe, heta derengiya şevê berdewam dike.

Li wê kafeyê nivîs, menûya xwarin û vexwarinê, nav, helbestên li ser dîwaran her tişt bi Kurdî ye.

Li vê kafeyê her derza ku li zimanê Kurdî hatiye dayîn tê pînekirin

Li kafeyê her derz û terkek ku li zimanê Kurdî hatiye dayîn tê pînekirin.

Li vê kafeyê piştî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, biryar hate dayîn ku hemû danûstandin û xizmet tenê bi kurdî be.

“Kesên nizanin Kurdî jî bila bên fêrî Kurdî bibin”

Xwediyê kafeyê Remezan Şîmşek ji Rûdawê re got:

“Pêşwazîkirin bi Kurdî, daxwaz xwestin bi Kurdî, têkilî bi Kurdî ye.

Kesên ku bi Kurdî nizanin jî têne kafeya me. Daxwazên xwe bi zimanên ku pê dikarin bipeyivin tînin ziman lê em bersiva xwe bi kurdî didin.

Kesên ku bi kurdî nizanin jî dikarin werin kafeya me.

Em dibêjin bila werin jî. Bila werin ew jî fêrî kurdî bibin.”

Armanc geşkirina Kurdî ye

Xebatkarên kafeyê ku pêşî bi xêrhatina kirîgeran bi Kurdî dikin, sîparîşên xwe jî bi kurdî digrin.

Armanc di bazarê de geşkirina zimanê kurdî ye.

Xebatkara kafeyê Behiyeyê jî got:

“Gava ez bi zimanê xwe yê dayikê neaxivim wekî ku ez tunebim.

Ez xwe xweş hîs nakim lê dema ku ez bi zimanê dayika xwe diaxivim, ez dibêjim belê, ez im, hebûna min heye, ez dijîm.”

“Her tişt bi Kurdî ye”

Mişteriyek kafeyê jî got:

“Her tiştê wan bi Kurdî ye. Menûya wan bi Kurdî ye. Garsonên wan bi Kurdî diaixvin. Xwîngerm in.

Cihekî pir xweş e. Li ser dîwarê wan resim û karîkatûr jî bi Kurdî ne.”

Her kesek ku tê vê kafeyê bi awayekî bi rastiya zimanê Kurdî re jî rû bi rû dimîne.

Hinek ji wan ji bo ku Kurdî li ber dilê xelkê xweştir bikin, bi awazên xwe wê kafeyê vediguhezînin navendeke çanda Kurdî.

“Gava ku em têne vir em dizanin ku em Kurd in”

Miûteriyê kafeyê Berken Zer jî got:

“Kafeyeke pir xweş e. Gava ku em têne vira, em dizanin ku em kurd in.

Kurdayetiya me tê bîra me, zemanê berê tê bîra me.

Cihekî pir xweş e û em dixwazin hemû kes bila werin vê derê.”

Ew kafe li Taxa Ofîsê li Kuçeya Hunerê cih digre. Li vê kuçeyê bi dehan kafe hene.

Kurdîhez di wê baweriyê de ne ku  li van kafeyan jî dê roj bi roj Kurdî derkeve pêş.

 

Rudaw

Top