Festîvala Elîtfestê ya cil û bergan hat vekirin
Li Tirkiyeyê giraniya li nav bazaran dibe sedem ku xelk zêdetir berê xwe bide festivalan, bi taybetî festivalên cil û bergan rastî eleqeyeke zêde ya jinan tên.
Îsal jî Elitfest ku wekî yek ji festvilanên mezin ên cil û bergan tê qebulkirin li Enqeryê hate vekirin û pêşbinî tê kirin ku rojana 2 hezar 500 kes û bi giştî zêdetirî 10 hezar kesî seredana vê festîvalê bikin.
Ji bo festîvalê ji 40 bajarên Tirkiyeyê derdora 300 kompanyayên cil û bergan berê xwe da Enqereyê.
Festîvalê bi coş û beşdariyeke mezin a xelkê Enqereyê destpê kir.
Organîzatorê Festîvalê Erdem Gucenc ji Rûdawê re got:
“Di nava sezonê de em bi bihayên dawiya sezonê berheman li vê festîvalê difiroşin.
Heta ji sedî 70î erzanî heye û her core cil û berg hene û derdora 45 bajaran kompanya amade ne.”
Li qada festivalê jinên xelkê Enqereyê hewl da cil ûı bergên erzan bikirin.
Bi gotina wan cil û berg li festivalê li gorî maxazayên derve derdora ji sedî 60 heta 70î erzantir in û her coreyê ku ew bixwazin jî peyda dibe.
“Biha li gorî derve gelekî baştir e”
Hevwelatî Sena Ebrar Guleryuzê got:
“Ez zêdetir li cil û bergê dirêj li xwe dikim û gelek coreyên cuda cuda hene û ez nizanim kîjanê bikirim û bihayên wan jî li gorî derve gellek baştir e.
Serê sibeyê diyarî jî belav kirin û ji bo serê êvarî dê zêdetir daşkandin bê kirin.”
Di festivalê de firoşkar jî bi hêvî ne ku di 4 rojên festivalê de ew bikarin berhemên xwe bi bihayê baş bifiroşin.
Hinek ji wan kompanyayan ji bajarên dûr hatine û ew dixwazin xelk zêdetir festîvalê ziyaret bike.
“Festîvala me gelekî xweş e”
Firoşkar Esma Yilmazê jî got:
“Festîvala me gelekî xweş e û em bi kelecaneke mezin hatine vir.
Destpêka me gelek baş bû, ez hêvî dikim em jî mêvanên me jî dê bi dilêkî xweş festîvalê derbas bikin.”
Firoşkar Kevser Derelî jî got:
“Festîval roja yekem gelekî baş e. Heta roja Yekşemê em dê li vir bin.
Berhemên me wekî çente hezar û 400 lîreyan heta 950 lîreyan e. Kîfên berîka jî ( cuzdan ) 250 , 350 û 450 lîreyan em difiroşin.”
Festîval acil û bergan dê heta 28ê vê mehê vekirî be.
Rudaw