Peyama Serok Barzanî ya bo salvegera enfal kirina Barzaniyan
Dibêje tawana wan tenê Kurd bûn û Barzanî bûn bû.
Serok Barzanî di 41mîn salvegera enfal kirina Barzaniyan de peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyama hane;
Bi navê xwedê mezin
Rejîma berê yê Îraqê di kiriyareke narewa û bêwêcdanane de 8 hezar kalemêr û ciwanên Barzanî ji temena 9 salî heta 90 salî tenê jiber Kurdbûn û Barzanî bûn binçavkir û bi awayeke naînsanî di nava çolên Başûrê Îraqê de komkuj kir.
Ev tawana han beşek bû ji destpêka wan zincîre tawanên ku, bi awayeke rêkxistî bo ji nav birina gelê Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatibûn kirin, ji wenda kirina 12 hezar ciwanên Feyilî bigire heta digehêje enfal, kîmiyabaran kirina Kurdistanê, bi ereb kirin, veguhastin û guhertina demogirafiya Kurdistanê.
Di 41mîn salvegera enfala Barzaniyan de silav bo rihê paqêj yê şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê dinirên, herwiha spasiya xelkê biemek yê Kurdistanê bi taybetî şêniyên deşta Hewlêr, Herîr û Soranê dikim ku, di wan rojên dijwar de hevsozê Barzaniyan bûn û hevkariya wan kirine.
Spasiya kesûkarên enfalkiriyan û bi taybetî ev dayik û jinên Barzanî dikim ku, mînaka berxwedan û qehremaniyê bûn û azara dûrî û dûriya jidest dana ezîzên xwe tam kirine.
Ev tawanên ku, dijî xelkê Kurdistanê hatine kirin tevahiya wan encama aqiliyeta şovenîstî û xweferizker û naînsanî ya desthilatdarên serdemên berê yên Îraqê bûn.
Ev aqiliyeta han sedema paşkeftin û karesatan bûye bo tevahiya gelê Îraqê û deverê.
Mesûd Barzanî
31ê Tîrmeha 2024