Çalakiyên DXB li Efrînê berdewamin
Debistanek bo zarokên hêtîm vekir.
Kar û çalakiyên dezgeha xêrxwaziya Barzanî yên ku, piştî erdheja 2ê Sibatê li Efrînê destpê kirine didomin.
Di vê çarçoveya de roja derbasbûyî DXB li Efrînê bo perwerde kirina zarokên hêtîm debistaneke vekir.
Di nava vê debistana han de 20 zarokên Efrînî yên ku, di encama erdheja 2ê Sibatê de dayik û bavên xwe wenda kirine, têne perwerdekirin û tevahiya xerciyên xwendin û perwerdehiya wan ji aliyê dezgeha xêrxwaziya Barzanî ve têne dabînkirin.