Lêkolîneran berê xwe daye Çiyayê Agiriyê
Akademîsyen û lêkolînerên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe didin Çiyayê Agiriyê li newal û geliyên Çiyayê Agiriyê lêkolînên civakî û etnografîk dikin.
Çiyayê Agiriyê li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ye û çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye.
Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Çiyayê Agirî ya Zanîngeha Îdirê bi piştgiriya Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê, çend zanîngehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwendekar û akademisyen bi projeyekê vexwendin Çiyayê Agiriyê.
Lêkolîner çûn Newala Ahura ku niha jêre tê gotin Newala Cehenemê û li wir dest bi lêkolînan kirin.
Lêkolîner li ser etnografiya herêmê dixebitin
Akademîsyen Dr. Mehmet Alî Sevgî behsa sedema derketina Çiyayê Agiriyê kir û wiha got:
“Di vê projeyê de me xwendekarên ji dibistan û beşên cuda vexwendine.
Ji bo di aliyê etnografîk de li herêmê lêkolînan bikin di projeyê de cih girt.
Her wiha mamosta û akademisyenên ji dibistanên bajarên cuda hene.
Du rojan me perwerdeya teorîk dît, niha jî wekî hûn dibînin em hatine nav xwezayê.”
Lêkolîner û xwendekaran di çarçoveya dersê de li gelek cihên dîrokî yên vê navçeyê geriyan. Çûn gundê Ahurayê yê li newalê û li guhdarî çîroka avabûna gund kir.
Li ser çanda xelkê gund û jiyana wan lêkolîn kirin û wextekî xweş bi xelkê gund re derbas kirin.
“Ev der herêmeke girîng e”
Mamosteya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Oya Topdemîr Koçyîgîtê jî li ser bernameyê wiha got:
“Ji aliyê dîrokî, çandî û cografî de ev der devereke gelekî giring e. Pêwîst e xebatên giring derbarê vê herêmê bên kirin.
Ez sosyal-antropolog im, ez difikirim ku ev der di vî warî de gelekî bi qîmet e.”
Zanîngeha Îdirê pêşengiya vê projeyê dike.
Ji zanîngehên Yuzuncu Yilê ya Wanê, zanîngehên Anadolu, Îstanbol û Acibademê mamoste û akademisyen beşdarî vê projeyê bûne.
Ew di çarçoveya projeyê de lêkolînan dikin û di heman demê de demeke xweş jî di nav xwezayê de derbas dikin.
Rudaw