• Monday, 07 October 2024
logo

QABILCEWZ - Festîvala Hingiv, Gûz, Gilyaz û Zozanê hat lidarxistin

Gulan Media September 2, 2024 Hunerî
QABILCEWZ - Festîvala Hingiv, Gûz, Gilyaz û Zozanê hat lidarxistin

 Li navçeya Qabilcewzê (Sason) ya parêzgeha Êlihê Festîvala Hingiv, Gûz, Gilyaz û Zozanê hat lidarxistin.

Di festîvalê de kîloyek hingivê Êliha Bakurê Kurdistanê bi 300 hezar lîreyên Tirkî hat firotin ku dike nêzîkî 9 hezar dolarên Amerîkî.

Parêzgarê Êlihê diyar kir ku festîval ji bo Êlihê sûdeke mezin e.

Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp li ser festîvalê anî ziman:

“Ev festival di serî de sûdê digihîne nasandina navçeyên me û Batmanê.

Ya duyem mirovên me bi qasî xebatê, kêfxweşî û bextewariyê jî heq dikin.

Ev festival di heman demê de organîzasyoneke civakî ye ku em bi hev re pê kêfxweş dibin.”

Hilberînerên berhemên xwemalî di festîvalê de berhemên xwe dan nasandin û firotin.

Qeymeqamê Qabilcewzê (Sason) Furkan Başar jî da zanîn:

“Em îro li lûtkeya Çiyayê Meretoyê ne, em bi welatiyên xwe re li bilindahiya 3 hezar metreyan in.

Em çalakiyên cur bi cur dikin. Ajotina pisqilêtê dê niha dest pê bike.

Hilkişîna çiyê berdewam e. Di heman demê de em dê bi welatiyan re govendê bigerînin û stranan bêjin.”

Festîvala Hingiv, Gûz, Gilyaz û Zozanê ya Qabilcewzê (Sason) îsal cara duyemîn hat lidarxistin.

Sala borî 10 hezar kes beşdarî festîvalê bûbûn.

Festîval dê wekî kevneşopiyekê her sal were sazkirin.

 

Rudaw

Top