• Monday, 07 October 2024
logo

Balyozê Koreya Başûr: Herêma Kurdistanê dosteke me ya rastîn e

Gulan Media September 13, 2024 Nûçe
Balyozê Koreya Başûr: Herêma Kurdistanê dosteke me ya rastîn e

 Balyozê Koreya Başûr li Îraqê dibêje, “Peywendiya welatê me bi Herêma Kurdistanê re pêş ketiye û niha gehiştiye astekî ku em bûne dostên rastîn.”

Balyozê Koreya Başûr li Îraqê Choi Sung-soo duhî (Pêncşem, 12.09.2024) li Hewlêrê tevlî merasîmên 20 saliya dostîniya Kurdistan û Koreya Başûr bû û di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de ragehand, “Ew bingeha mukom a ku hatiye danan û herwesa wekheviya çand û dîroka me bi Herêma Kurdistanê re, em gehandin astekî ku em bibêjin xwe dostên rastîn.”

Choi Sung-soo amaje jî da, “Ji sala 2004ê ve bi rêya pêşvebirin û binecihkirina tîpa Zeytûnê û vekirina Nivîsîngeha Koykayê û Konsulxaneya me li Hewlêrê, Koreyê pabendiya xwe ya temam ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye.”

Navbirî herwesa got, “Bihevrekarkirina navbera gel û hikûmetên me bi awayekî berçav pêş ketiye, ev hevparî ber bi lihevguhertina çandî ve pêş ketiye, xelkî ji her du aliyan peywendî hene û serederiyê bi hev re dikin.”

Balyozê Koreya Başûr li Îraqê tekez jî kir, “Peywendiya Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê bi rêya rêzgirtina hevpar û hevpariya di nerîna paşerojeke pêşkeftî de tê pênasekirin.” Herwesa got, “Em xwe ji bo hevparkirina bi zanyar û şarezahiyên xwe terxan dikin, ji bo ku em şiyanên xelkê Herêma Kurdistanê baştir bikin.”

 

K24

Top