• Saturday, 07 December 2024
logo

Hevserokê DEM Partiyê yê Germencîkê ji banê febrîqeyê ket û wefat kir

Gulan Media October 14, 2024 Nûçe
Hevserokê DEM Partiyê yê Germencîkê ji banê febrîqeyê ket û wefat kir

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Germencîkê ya Aydinê Nîhat Demîr ji ser banê febrîqeyê ket û wefat kir. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), dema ku Nîhat Demîr li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê li ser banê febrîqeyekê dixebitî ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Nîhat Demîr bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê.

Demîr li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.

Her wiha hat zanîn ku cenazeyê Demîr li navçeya Germencîkê hatiye veşartin.

Li aliyê din, DEM Partiyê jî li ser Nîhat Demîr peyamek belav kir û ji malbata wî re sersaxî xwest.

Her wiha DEM Partiyê mirina Demîr wekî cînayeteke kar bi nav kir û tekez kir ku ew dê bibin şopînerên cînayetên kar.

 

Rudaw

Top