• Saturday, 07 December 2024
logo

Almanya li hêviya rêzekonsera 'Rêya Hewlêrê' ye

Gulan Media October 30, 2024 Hunerî
Almanya li hêviya rêzekonsera 'Rêya Hewlêrê' ye

Bi beşdariya hunermendên Kurd û Ewropayî dê li çend bajarên Almanyayê rêzekonserekê were lidarxistin.

Rêzekonsera bi navê “Rêya Hewlêrê” dê li 3 bajarên Almanyayê bi beşdariya hunermendên Kurd û Ewropayî were lidarxistin.

Rêzekonsera bi navê “Rêya Hewlêrê” ji aliyê Enstîtuya Goetheyê ve tê kirin.

Birêvebirê Ragihandin û Pirtûkxaneyan ê Enstîtuya Goetheyê Mutez Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku dê konsera yekem îro li Kolnê, ya duyem 31ê mehê li bajarê Wuppertalê û ya sêyem jî 1ê Çiriya Paşînê li Dusseldorfê were lidarxistin.

Hunermendên Kurd Riyaz Osman û Fatin Ehmed dê ji bo hunermendên Ewropayî dê li ser muzîka Kurdî atolyeyeke yek rojî li dar bixin.

Projeya Hêlanê jî di nava birêvebirên rêzekonserê de cih digire.

Hunermendên Kurd berê di rêzekonseran de beşdarî Projeya Hêlanê bûne.

Enstîtuyê di du salên borî de di çarçoveya Projeya Hêlanê de ji bo hunermendên Kurd û Ewropayî li Almanyayê konser li dar xistine.

Zêdetirî sê salan e, Projeya Hêlanê ji aliyê Enstîtuya Goetheyê ya Almanyayî ve, bi hevkariya Dibistana Framingê ya Wêneyên Rojnamegeriyê û Galeriya Sêvê ya li Hewlêrê tê lidarxistin.

Ji bo rêzekonserê Birêvebirê Dibistana Framingê ya Wêneyên Rojnamegeriyê Sefîn Hemîd, serokê Dibistana Framing bo Wêneyên Rojnamegerî û Berpirsê Galeriya Sêvê Zinara Ehmed li Almanyayê ne.

Di rêzekonserê de dê muzîkên Kurdî, Almanî û Ewropayî werin pêşkêşkirin.

Enstîtuya Goetheyê, enstîtuyeke çandî ya Almanî ye û li çaraliyê cîhanê çalakiyan li dar dixe û girêdayî Hikûmeta Almanyayê ye.

Ji bilî vekirina kursên zimanê Almanî, Enstîtu piştgiriya hevkariya çandî ya navneteweyî dike.

Enstîtuya Goetheyê li Hewlêrê çend projeyên hevbeş ên çandî û hunerî bi Enstîtuya Rewşenbîrî ya Fransayê re pêk anîne.

 

Rudaw

Top