Romanoskî: Civîna min bi Serok Barzanî re berhemdar bû
Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski got, wê civînek berhemdar bi Serok Barzanî re kiriye.
Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanoski îro 4ê Mijdarê peyamek li tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Min civînek berhemdar bi Serok Barzanî re kir.”
Romanowski da zanîn: “Civîn ji bo gotûbêjkirina hewldanên ji bo pêkanîna hikûmetê bê derengî piştî pêvajoya hilbijartinê bû.”
Balyoza Amerîkayê li Iraqê got jî: “Em li ser karê ligel hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê berdewam bin, ji bo bihzêkirina ewlehî, aramî û serweriya Iraqê.”
Ev peyama Romanoski piştî wê tê, Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Mijdarê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kiribû.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner jî tê de amade bû, Balyozê Amerîkayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir. Tekez jî kir jî, lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di keşeke demokratîk û aram de û di vê rewşa aloz a navçeyê de, wêneyeke hêja ya Herêma Kurdistanê nîşanî her kesî da.
Serok Barzanî spasiya civaka navdewletî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir ku tevî hebûna çend pirsgirêkên teknîkî, lê rola wan di serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hebû.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, behsa pêngavên pêkanîna hikûmeta nû û danûstandinên di navbera aliyan de hate kirin û Serok Barzanî ragihand, PDK'ê tîmeke ji bo pêkanîna hikûmetê û bernameya hikûmeta dahatû pêk aniye û vetoya wê li ser ti aliyekî nîne.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin û bîr û nêrînên xwe derbarê proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartina serokê nû yê parlamentoya Iraqê de diyar kirin.
K24