Îsraîlê tometbarê sereke yê kuştina Refîq Herîrî kuşt
Îşev 10.011.2024, kanala Hedes ragehand ku berpirsê payebilind ê rêxistina Hizbulahê Selîm Eyaş di êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.
Heta niha cihê êrîşê bi temamî nehatiye diyar kirin, lê weku tê gotin, ku li bajarokê Qesîr a li navçeya sînorî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de hatiye kuştin.
Ew berpirsê diyar yê Hizbulahê ku bi terorkirina Serokwezîrê Lubnanê di sala 2005 de tometbar bû ku di sala 2020’an de, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li Lubnanê cezayê neamadeyî da wî.
Eyaş li bajarê Haruf li qeza Nebtye a li başûrê Lubnanê sala 1963 ji dayîk bûye û li gel sê ji hevalên xwe, Huseyîn Enîsî, Huseyîn Hebîb Merî û Esed Sebra bi kuştina Herîrî di 14ê Sibata 2005’an de tometbar bûn.
Basnews