• Saturday, 07 December 2024
logo

Agahiyên di derbarê qedexeya derketina derve a di rojên serjimartina giştî de tê aşkera kirin

Gulan Media November 12, 2024 Nûçe
Agahiyên di derbarê qedexeya derketina derve a di rojên serjimartina giştî de tê aşkera kirin

Wezareta Navxwe ya Federal hûrgiliyên di derbarê qedexeya hatûçûnê li parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê aşkera dike û tekezdike, ku qedexeya hatûçûnê di rojên serjimartinê de di nîvê şevê 19 li ser 20ê vê mehê destpê dike.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Navxwe yê Iraqê Emîd Mîqdad Mîrî ragehand: “Qedexeya hatinûçûnê bi armanca encamdana serjimêriya giştî ya hemwelatiyan li tevahiya parêzgehan tê kirin û Herêma Kurdistanê jî li gel de.”

Amaje bi wê jî da: "Qedexe ji bo tevgera hewayî û cihên bazirganiyê derbas nîne û got, “qedexeya hatûçûnê di rojên serjimartinê de di nîvê şevê 19 li ser 20ê vê mehê destpê dike û herwaha hatûçûna wesayîtan a dinava parêzgehan û qezayan de jî dê sînordar bin.”

Herwaha ragehand: “Di vê heyamê de hatinûçûna wesayitan di navbera hemû gund, komîn, navçe, navçe û parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê de qedexe ye, ji bilî egereke nexwestî ya mirovî yan jî gelekî pêwîst be ku rê ji welatiyan re were dayîn.”

Herwiha tekez kir, ku qedexe dê heta demjimêr 12ê şeva 21 û 22ê vê mehê berdewam bike.

Mîqdad Mîrî aşkera kir ku ew rojnamevanên ku bac ango karta destûrê bi wan re hebe, li gel karmendên tendurustî û herwaha polîsê hatûçûnê û ambulans û balyoz û nûnerên dîplomasiyan di dema qedexeyê de dikarin hereket bikin.”

Biryare di 20ê Mijdara 2024an de li Iraq û Herêma Kurdistanê yekem serjimêriya piştî 26 salan dê were kirin.

 

 

 

Basnews

Top