Nêçîrvan Barzanî: Ez hikûmet û gelê Azerbeycanê pîroz dikim
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Serokkomarê Azerbeycanê kir ku ji bo Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) vexwendiye.
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo beşdariya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) doh çû Bakuyê.
Serokê Herêma Kurdistanê îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê konferansê de peyamek belav kir û got:
“Spasiya Serok Îlham Aliyev dikim ku ez ji bo beşdariya COP29ê vexwendim.
Ez pîrozbahiyê li hikûmet û gelê Azerbeycanê dikim ku mazûvaniya lûtkeya serkeftî û bi rêk û pêk kir.”
Li Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) Nêçîrvan Barzanî bi gelek berpirsên cîhanê re jî civiya.
Çend serkirdeyên ku Nêçîrvan Barzanî bi wan re civiyaye ev in: Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Stammer, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed El Nahyan, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û çend serkirdeyên din ên cîhanê.
Rudaw