• Sunday, 16 June 2024
logo

Opozisyona Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê dest bi êrişeke berfireh kir

Opozisyona Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê dest bi êrişeke berfireh kir
Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Idlibê êrişeke li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dan destpêkirin. Artêşa Tirkiyê

Li gor zanyariyan grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li parêzgeha Idlibê êrîşeke berovaj dijî hêzên hikûmetê destpê kirin.

Li gor zanyariyan grûpên çekdar ên alîgirên Tirkiyê li aliyên Neyreb û Seraqib êrişa li dijî hêzên hikûmetê dane destpêkirin.

Her li gor zanyariyên berdest, artêşa Tirkiyê, bi armanca rêlibergirtina pêşveçûna wan, çeperên hêzên hikûmeta Sûriyê yên li bajarokê Seraqibê topbaran dike.

Herwiha çavkaniyên xwecihî radigihînin ku grûpên çekdar hewl didin pêşveçûna hêzên Sûrî rawestînin û rêya Şam-Helebê qut bikin.

Rudaw
Top