• Sunday, 16 June 2024
logo

Bi hezaran penaber li ser sînorê Yûnanistanê kom bûne

Bi hezaran penaber li ser sînorê Yûnanistanê kom bûne
Piştî ku roja Pêncşemê 27ê Sibatê, Tirkiyê biryar da deriyê Ewropa di rûyê penaberan de veke, bi hezaran penaberê ji Tirkiyê gihîştin ber sînorê Yunanistanê, lê polîsa Yunanistanê rê nade penaber derbasî nava xaka wî welatî bibin.

Peyamnêrê K24ê Ercan Dag li ser sînorê Tirkiye – Yunanistanê da zanîn, di heyama 24 demjimêran de bi hezaran penaber gihîştin sînorê Tirkiye – Yûnanistanê, lê polîsa Yûnanistanê rê nade penaber derbas bibin.

Amaje bi wê de, penaber ji duhî ve li ser sînor di nava daristanan de di rewşeke xirap a serma û baranê de ne û hejmarek kes jî nexweş bûne, bi taybet di nava wan gelek zarok hene.

Ev yek di demekê de, piştî Tirkiye biryar da deriyê Ewropa di rûyê penaberan de veke, bi hevkariya hikûmeta Tirkiyê bi hezaran penaber gihîştin ser sînorê Yûnanistanê.

K24
Top