• Sunday, 16 June 2024
logo

Rewşa awarte li girtîgeha Urmiyeyê hate ragihandin

Rewşa awarte li girtîgeha Urmiyeyê  hate ragihandin
zêdetir ji 3 hezar û 500 girtî di girtîgehê de hene
Heta niha li girtîgeha Urmiyeyê de 7 girtî bi vîrosa Koronayê ketine û niha li girtîgehê rewşa awarte hatiye ragihandin.

Li gor jêderên nûçeyan duhê girtiyeke din li girtîgeha Urmiyeyê bi vîrosa Koronayê ketiye û bo derman kirinê bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û piştî vê bûyerê jî li girtîgehê rewşa awarte hatiye ragihandin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di nava girtîgeha Urmiyeyê de xizmetgozariyên tendirostî nayên pêşkêşkirin jiber vê yekê hijmarek girtî di nava girtîgehê de xwepîşandan kirine pişt re rayedarên girtîgehê mask ji bo girtiyan dabîn kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku zêdetir ji 3 hezar û 500 girtî di girtîgeha Urmiyeyê dene û niha metirsiya vê yekê heye ku vîrosa li seraserê girtîgehê belav bibe.
Top