KURDISTAN - Di 24 saetan de 7 kes bi koronayê mirin
Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir Xoşnaw ragihand ku ew berdewam pişkinînên nû yên koronayê ji bo kesên guman li ser heye bi koronayê ketibin dikin.
Li gor dawîn amarên Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê heta niha 830 kes bi koronayê ketine û haletên pêketina koronayê bi awayekî bilez zêde dibin.
Dr. Mihemed Qadir Xoşnaw dibêje pêwîst e ku hemwelatî xwe ji vîrusa koronayê biparêzin û pabendî tedbîr û rêkarên rûbirûbûna koronayê yên tendirustiyê bibin û bi hemû şêweyekî xwe dûr bikin ji cihên qerebalix.
Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku tenê duh di xwarineke dawetê de li Duhokê 33 kes bi vîrusa koronayê ketine û di heman demê de 35 kes jî li Solîmaniyê bi vîrusê ketine.
Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîşte 830 kesan û ji wan rewşa 434 kesan baş bûne û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw