Berdereş- Xortekî dawî li jiyana xwe anî
![Berdereş- Xortekî dawî li jiyana xwe anî](https://www.gulanmedia.com/public/old_images/articles/bc8ab6e81217f53df4d1c627651cbdcc_L.jpg )
Rêveberê Polîsê Berdereş Emîd Seîdî Berzincî, ji BasNewsê re axivî û got:” Êvara îro roja pêncşemê li sînorê nahiyeya Daretûyê ya ser bi qezaya Berdereş xortekî bi 2 gulleyên keleşnîkofê dawî bi jiyana xwe anî.”
Herwiha Emîd Seîdî Berzincî got: “Navê wî xortî (H. A) ye û temenê wî 15 sal e li mala xwe dawî bi jiyana xwe aniye û heta niha sedema xwekuştina wî xortî nayê zanîn û termê wî xortî bo dadgeha pizîşkî ya Duhokê hatiye şandin û lêkolînan dest pê kiriye.”
Basnews