Kerkûk…Destdirêjiya seksî li ser keçeke temen 10 salî hate kirin
![Kerkûk…Destdirêjiya seksî li ser keçeke temen 10 salî hate kirin](https://www.gulanmedia.com/public/old_images/articles/6f95cdb8b75b8c4b04112ccb34fc5592_L.jpg )
Îro 10.10.2020ê rêveberê binkeyê polîsê Domîz a Kerkûkê Yusif Salih ji basnewsê re ragehand, li taxa Esra û Mefqudîn a bajar keçeke temen 10 salî ya bi navê S.N.T ku bavê wê tirkmene û dayîka wê jî kurde, ji aliyê kureke ereb ê bi navê Ê.F.Ê yê temen 16 salî ve di malekî de destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin û piştre ew kur hate girtin.
Herwaha got, piştî lêkolînan aşkera bû çend rojek bû ew kur çavdêrîya wê keçê dike, piştre bi zorê biriye mal û li gor raport bijîşk wî kurî destdirêjîya seksî bi temamî kiriye ser wê keçê.
Basnews