• Monday, 17 June 2024
logo

Li Meletiyê zilamekî hevjîna xwe da ber gulleyan û kuşt

Gulan Media November 12, 2020 Civakî
Li Meletiyê zilamekî hevjîna xwe da ber gulleyan û kuşt
Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî ku dadgeha malbatê biryara dûrxistina wî ji malê dabû, bi çek êrîşî ser hevjîna xwe kir û ew kuşt.

Bûyer şevê din li bajarokê Çermik li apartmaneke kolana Xende li taxa Zawiye çê bûye.

Li gor agahiyan, zilamek bi navê Mihemed.P demjimêr 23:15 çûye ber deriyê mala xwe ku pêştir biryara dûrxistina wî ji malê hatibû dan û di navbera wî û hevjîan wî ya bi navê Emîne.P a 73 salî de xirecir derdikeve û di wê navberê de, Mihemed demançeya xwe derdixe û teqe li hevjîna xwe dike û paşê jî ji cihê bûyerê direve.

Piştî bihîstina dengê gulleyan, niştecihên apartmanê peywendiyê bi polîs re dikin û tîmên polîs û tîmên tendirustiyê diçin cihê bûyerê.

Piştî encamdana pişkinînê û lêkolînên destpêkê, derdikeve holê ku Emîne.P ku dayika sê zarokan e li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Termê wê jinê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo pizîkiya dadê ya Meletiyê hatiye veguhastin.

Hêzên polîs piştî pêkanîna lêkolînên destpêkê li cihê bûyerê, ji bo girtina bikuj dest bi operasyonê kirin û di demeke kurt de ew desteser kirin.

Rudaw
Top