Du eşîr li Bexdayê lihev dan
![Du eşîr li Bexdayê lihev dan](https://www.gulanmedia.com/public/old_images/articles/bagdad_222.jpg )
Bi çekên sivêk û giran şerê hev kirin.
Şeva derbasbûyî du eşîrên mezin yên Ereb li Bexdayê lihev dan.
Di pevçûna navbera wan du eşîran de ku têde çekên sivêk û giran hatine bikaranîn, 3 kes hatine kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.
Ew pevçûn li taxa Şole ya li Bexdayê qewmiye û hêzên ewlekarî jî bi zehmetî karîne rewşê kontrol bikin.