Almanya- Bijîşkekî 2 berketiyên Koronayê kuştibûn hat desteserkirin
![Almanya- Bijîşkekî 2 berketiyên Koronayê kuştibûn hat desteserkirin](https://www.gulanmedia.com/public/old_images/articles/881a3c0693df097f54d507938114f0ba_L.jpg )
Polîsê Almanyayê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye bijîşkekî di meha Sibatê dema li bajarê Îsn li Rojavayê Almanyayê kar dikir 2 nexweşên Koronayê kuştine û ew bijîşk roja çarşemê ji aliyê wan ve hatiye desteserkirin.
Ligor zanyariyan ew nexweşên bijîşk ew kuştine yek 47 salî û yek jî 50 salî bûye û rewşa wan a tendirustî gelekî xirab bûye.
Herwiha ew bijîşkê 2 nexweş kuştine 44 salî ye û niha derbarê wê de lêpirsînên yasayî hatine vekirin û bijîşk ew tohmetên li ser xwe qebûl kirine.
Basnews