• Monday, 17 June 2024
logo

Tenduristiya Hewlêrê: Heta niha 15 hezar kesan vaksîna Koronayê li xwe dane

Tenduristiya Hewlêrê: Heta niha 15 hezar kesan vaksîna Koronayê li xwe dane
Rêveberiya giştî ya tenduristiya Hewlêrê ragihand, heta niha 15 hezar kesan vaksîna Koronayê li xwe dane û da zanîn jî, dê vê hefteyê vaksîna Sînofarm û hefteya din jî vaksîna Fayzer bigehîje Kurdistanê.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ji BasNewsê re got, vê hefteyê karwaneka din ya vaksîna Çînî ya Sînofarm digehîje destê me ku hezar û 170 doz e.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, 19 hezar û 500 doz vakîn di destê me de hebû, me 15 hezar doz bikar anî, yên din jî dê bên bikaranîn.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê da zanîn jî, daxwaziya lêdana derziya vaksînê zêde bûye û got, gelek kesan navê xwe tomar kirine û li bendê ne vaksînê li xwe bidin.

Bi gotina Dr. Dilovan Mihemed, xelk herî zêde daxwaza vaksîna Fayzer dikin lê niha ew vaksîn li Hewlêrê xilas bûye ji ber wê jî dê hefteya bê, hinek din vaksîna Fayzer bigehîje destê wan.

Basnews
Top