• Monday, 17 June 2024
logo

Xwendekarê zanîngehê dawî li jiyana xwe anî

Xwendekarê zanîngehê dawî li jiyana xwe anî
Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ciwanê 22 salî bi navê Mucteba Acar ku xwendekerê zanîngehê bû, dema paşîvê bi çifteyê dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer li navçeya Şemrex a Mêrdînê li gundê Şewaşî qewimî.

Li gor agahiyan Mucteba Acar li gundê Şewaşî ji ber sedemê wê hêj nehata zanîn, bi çifteyê dawî li jiyana xwe aniye.

Hate diyarkirin ku diya wî di dema paşîvê de rabûye û kurê xwe li ser cihê wî nedîtiye. Dema çû axirê dît ku kurê wê dawî li jiyana xwe aniye.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê Acar rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha birayê wî Mustafa Acar jî li ser medya civakî daxuyaniyek hestiyar bi Kurdî li ser bûyerê da û got: “Bîst û du sal berê li medreseyê bûm. Diya min a heşt zarokên xwe binax kiribû telefonî min kir û got birayekî te çêbûye, ka navekî lê bike. Me navê wî kire Mucteba. Mucteba delaliyê malê bû. Duh di wextê sihorê de pismamê min telefonî min kire, got Mucteba xwe kuştiye. Bû neh kul.”

Rudaw
Top