Li sînorê Şêxanê ji ber şerê li ser erd û zeviyan jinek hat kuştin
![Li sînorê Şêxanê ji ber şerê li ser erd û zeviyan jinek hat kuştin](https://www.gulanmedia.com/public/old_images/articles/c1455371d33e0da4876198d5b17fbfeb_L.jpg )
Berdevkê polîsê parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 24.04.2021ê ji ber pirsgirêka erd di navbera cotkarên wargeha Çire ya ser bi bajarê Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê jineke temen 30 sal ku ji bo serdan çûbû mala bavê xwe hat kuştin.’’
Herwaha got: ‘’Li ser bûyerê çend tometbar hatine girtin û naha rewş di bin kontrolê de ye û lêkolîn li ser bûyerê destpê kirine.’’
Li gor agahiyên hatin belav kirin ew jin dayîka 3 zarokan e.
Basnews