• Sunday, 16 June 2024
logo

Monomênta Dr. Qasimlo ya li Viyenayê hate tevlihev kirin

Gulan Media September 2, 2010 Nûçe
Monomênta Dr. Qasimlo ya li Viyenayê hate tevlihev kirin
Monomênta Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo ya li bajarê Viyenayê ji hêla çend kesan ve hatiye tevlîhev kirin.
Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li welatê Otrîşê di agehdariyekê de ragihand ku monomênta bîranîna şehîdên Vîyenayê ku li cihê terorkirina şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî perde li ser hat rakirin, ji aliyê çend kesekî nenaskirî ve bi rengê sipî hatiye tevlîhevkirin.
Hêjayî gotinê ye ku roja 17’ê Tîrmeha 2010’an, li cihê terorkirina şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî perde li ser monomênta han hat rakirin.
Çavkaniya han zêde kir ku niha hêzên polîsê Vineyayê mijûlî lêkolîn di vî warî de ne, lê heya niha tawanbar nehatine binçav kirin.
Jêder: Avestakurd
Top