• Sunday, 16 June 2024
logo

Balefirxana nû ya Hewlêrê amade ye

Gulan Media September 3, 2010 Nûçe
Balefirxana nû ya Hewlêrê amade ye
Jêderekî ji balefirxana bajarê Hewlêrê ragihand, ku balefirxana nû ya bajarê Hewlêrê amade bû ye û dê rojane bêtirî 150 geşt lê bihên encamdan ku tê hejmartin weko pêncemîn balefirxana cîhanî.

Li jêderê ku ji ajansa Eswatelîraq re xuyakirî, ji roja çarşema derbazbûyî ve, balefirxana nû amade bû ye Belê jêderî weha jî da zanîn, ku dê rêûresmên fermî yên vekirina vê balefirxana nû, di demeke nêzîk de bihê encamdan.
Weha jî hat zanîn, ku hinek guhartin di nav rêveberîya vê balefirxanê de çê bûne û rêveberê wê yê niha Telar Fayiq e, ku berî niha rêveberîya wê hawlatîyekê Emrîkî bi navê Staford Klarî bû û ew şîretkarekê hikûmeta herêma kurdistanê jî bû
Top