• Sunday, 16 June 2024
logo

Nirxandina reşnivîsa yasa parastina mafê kêmendaman li herêma Kurdistanê

Gulan Media September 4, 2010 Nûçe
Nirxandina reşnivîsa yasa parastina mafê kêmendaman li herêma Kurdistanê
Ji bo baştirkirin û zengînkirina reşnivîsa qanûn parastina mafê kêmendaman, duhî di bin çavdêrî û serokatiya Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî û bi amadebûna nûner û berpirsên komele û rêxistinên karûbarên handîkapan û komîteya kar û karûbarên civakî li parlamentoya Kurdistanê civîneke berfireh li avahiyê wezaretê bi rêve çû.

Di destpêka civînê de wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji nûner û berpirsên komele û rêxistinên karûbarên kêmendaman kir ku dîtin û pêşniyarên xwe ji bo zengînkirina reşnivîsa qanûna parastina mafê kêmendaman pêşkeş bikin da ku bi awayekî qanûn bê madakirin ku di xizmeta kêmendamna de be û ji aliyê qanûnî ve mafên wan biparêze.

Di civînê de madeyên reşnivîsa qanûna parastina mafê kêmendaman hatin xandin û ji aliyê beşdarbûyan ve hatin zengîn kirin.

Pêkanîna civatekê ji aliyên peywendîdar da ku li civata wezîran parastinê ji mafên kêmendaman bike hat pêşinyar kirin.
Top